9:54 ص - الخميس ديسمبر 8, 2016

Şervanê Îtalî efsaneya berxwedaniya Rojava dike pirtûk

262 Viewed Kobani Kurd 0 respond

XUNAV ÎSA

KOBANÊ – Şervanê YPG’ê Marsîliyo Kobanê yek ji welatiyên Ewropa ye û bi coş beşdarî eniyên berxwedana Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû. Mersîliyo piştî ku muhra xwe li Berxwedana Kobanê da vegeriya welatê xwe Îtaliya û niha derbarê Berxwedana li dijî çeteyan de pirtûkekê dinivîse. Mersîliyo bi baldarî riya hevalên xwe dişopîne û rizgarkirina bajarên Reqqa û Mûsilê hêvî dike.

Ciwanê Îtalî Kerîm Firanşîskî (Marsîliyo Kobanê) di sala 1989’an de li bajarê Kezbelanka ya Mexribê ji dayîk bûye. Bavê Marsîliyo Îtalî ye û dayîka wî jî Mexribî ye û tenê xwîşkeke wî heye. Dema Marsîliyo 13 salî bû bavê wî ji ber nexweşiya penceşêrê çûye ser dilovaniya Xweda. Marsîliyo di 19 saliya xwe de dibistana xwe ya amadeyî bi dawî kir. lê ji ber rewşa aborî nikaribû derbasî zanîngehê bibe. Marsîliyo ji wê demê ve xebatên siyasî dimeşîne û beşdarî nava partiyekî Îtalî bû.

Çîroka Marsîliyo ji bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê dest pê dike. Piştî ku Marsîliyo bi berxwedana dîrokî ya Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bihîst, li gel hin hevalên xwe ji bo ku berxwedanê ji nêz ve bişopînin di cotmeha 2014’an de berê xwe dane bajarê Pirsûsê û beşdarî xebatên alîkariya welatiyên Kobanê bûn.

Piştî ku Marsîliyo lehengiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji nêz ve nas kir, biryar girt ku beşdarî nava refên YPG’ê bibe. Di wê demê de piştî ku misyona xwe ya alîkariyê bi dawî kir vegeriya Îtaliya û piştî mehekê berê xwe da Kobanê û fermî beşdarî nava refên YPG’ê bû. Marsîliyo li gel hevalên xwe yên YPG’ê heta Kobanê hate rizgarkirin li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî li ber xwe da û muhra xwe li berxwedana dîrokî ya Kobanê da.

‘Min xwest alîkariya Kobanê bikim û ez beşdarî nava refên YPG’ê bûm’

Marsîliyo ti carî ne difikirî ku beşdarî nava refên YPG’ê bibe, lê dema hat bajarê Pirsûsê û lehengiya şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî çeteyên herî hov di cîhanê de bi çavên xwe dît ji partiya xwe xwest ku bi hemû derfetên xwe alîkariya Kobanê bike û wî jî biryara beşdarbûna xwe ya nava refên YPG’ê da. Marsîliyo derbarê beşdarbûna xwe ya nava YPG’ê de wiha got: “Min li bajarê Pirsûsê Rêveberekî Kobanê naskir û bi alîkariya wî ez derbasî Kobanê bûm û li wir min fermandarekî YPG’ê naskir û min xwest ku bi awayekî fermî beşdarî nava refên YPG’ê bibim.”

Li gelek eniyên berxwedanê şer kir

Piştî ku daxwaza Marsîliyo ya beşdarbûna nava refên YPG’ê hate erê kirin, Marsîliyo cihê xwe li eniya Meştenûrê girt û li gel xebatên xwe yên parastinê beşdarî perwerdeyeke kurt bû û têde fêrî hunerê şer û pevçûnan bû.

Piştî nêzî mehekê Marsîliyo ji eniya Meştenûrê hate derxistin û li eniya berxwedanê ya başûrê bajêr hate erkdarkirin û li vir jî nêzî meh û nîvekê li ber xwe da. Marsîliyo di nava berxwedanê de fêrî sekvantiyê bû û piştre jî wekî sekvanekî pispor hate naskirin.

‘Têkoşer Herdem sembola berxwedana me bû’

Marsîliyo ji têkoşer Herdem Rojhilat fêrî çeka sekvantiyê bû û hevaltiyeke germ bi têkoşer Herdem re danî. Derbarê têkoşer Herdem de Marsîliyo ev tişt anîn ziman: “Şervanê herî pispor di sekvantiyê de têkoşer Herdem bû û hemû şervanan dixwestin pisportiya têkoşer Herdem werbigirin. Ji bilî fêrbûna sekvantiyê min rihê hevaltiyê ji têkoşer Herdem wergirt. Ez li eniya rojhilat ji wî gelek tiştan fêr bûm. Ji bo min ew sembolê berxwedanê bû û ez ti carî ji bîr nakim.”

Bi zimanê xwe yê Mexribî bang kir û got: ‘Çete min armanc digirin’

Marsîliyo diyar kir ku wî cara yekemîn di jiyana xwe de şer û pevçûn li eniya Meştenûrê dîtiye û bi rûyekî berken wiha got: “Guleyên çeteyan rasterast dihatin min. Beriya wê min ti carî çek nas nedikirin û ez beşdarî ti pevçûnan nebibûm. Dema ku gule wekî baranê bi ser me de hatin min bi zimanê xwe yê Mexribî bang kir ‘Çete min armanc digirin’ Fermandarê me Zagros bi rûyekî berken got ku na ew me hemûyan armanc digirin.”

Marsîliyo diyar kir ku şerê li Kobanê rû daye ne tiştekî normal bû û piştî çend pevçûnan ew bi awayekî piratîkî fêrî hemû hunerê şer bû û bi lehengî beşdarî berxwedana li dijî çeteyan bû.

‘Jiyana şervanan cîwaz bû’

Marsîliyo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser exlaq û şêwazên danûstandina şervanan û rihê hevaltiyê di navbera wan de, her wiha sedema ku ji ber wê li ber xwe didin û ev tişt anîn ziman: “Jiyana şervanên YPG’ê û YPJ’ê gelekî xweş û cîwaz bû. Şervanan rastiya hevaltiyê naskiribûn û hemû li hemberî hevûdu rêzdar bûn. Jiyana min di nava şervanan de derbas kiriye ne wekî ya li Îtaliyayê ye. Li Îtaliyayê  her kes tenê bi xwe difikire. Ferq û cudahiya di navbera vir û Îtaliyayê de gelekî mezin e. min li vir wateya rasteqîn a jiyanê nas kir.”

Marsîliyo di nava şervanan de her wiha fêrî zimanê Kurdî bû û êdî bi zimanekî kurdî şikestî diaxivî.

KOBANE-SERVANE-ITALI-1

Vegeriya Îtaliyayê

Piştî berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê bajarê Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de ji çeteyan hate rizgarkirin û piştre jî piraniya gundên girêdayî Kobanê ji çeteyan hatin paqijkirin. Di meha nîsanê de ji ber qanûna hikûmeta Îtaliyayê ku beşdarbûna nava hêzên YPG’ê qedexe dike, derxist Marsîliyo neçar ma vegere Îtaliyayê. Lê partiya wî jî li hemberî derxistina vê qanûnê derket û piştre jî qanûn hate betalkirin.

Marsîliyo diyar kir ku ji bo berxwedana Kobanê neyê ji bîrkirin û biryar girt ku hemû çavdêriyên xwe yên siyasî û leşkerî her wiha çîrokên şervanan di pirtûkekê de binivîse.

Marsîliyo di vê dema borî de li gel partiya xwe xebatên xwe yên alîkariya bi Kobanê re berdewam kirin û gelek caran alîkarî şandin.

‘Ez dixwazin tevahî cîhan rastiya berxwedana kurdan li Kobanê nas bike’

Marsîliyo dibêje ku wî di pirtûka xwe de rastiya ku li Kobanê hatiye jiyankirin nivîsandiye û dixwaze tevahî cîhan vê rastiyê û berxwedana kurdan li dijî çeteyan nas bike. Bi sedan şervanan ji bo azadiyê û axa welatê xwe canê xwe feda kirin û wiha domand: “Ez dixwazin tevahî cîhan rastiya berxwedana kurdan li Kobanê nas bike.”

Marsîliyo da zanîn ku welatiyên Ewropa tenê bi navê kurdan bihîstine û ew tiştekî derbarê rastiya wan a dîrokî û têkoşîna de nizanin. Her wiha derbarê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî baş ne agahdar in.

KOBANE-SERVANE-ITALI-3

6 pirtûkên Abdullah Ocalan xwendin

Dema Marsîliyo vegeriya Îtaliyayê hin pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyda kirin û bi baldarî xwendin û wiha destnîşan kir: “Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî gelên cîhanê ye û netenê ji bo gelê Kurd e. Ev felsefe nêzî marksîzmê ye lê bi awayekî pêşketî ye.”

Marsîliyo got ku ji bo felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di civaka Îtalî de jî were pêk were ew ê pêşniyarî partiya xwe bike û hewl bidin civaka xwe ya xwezayî vegerînin.

‘Tişta ku ji keleha berxwedanê nayê jibîrkirin şehîd in’

Marsîliyo da zanîn ku di berxwedana Kobanê wî gelek hevalê xwe çêkirin û bi hev re gelekî dilsoz bûn û wiha pêde çû: “Gelek hevalên min di berxwedana li dijî çeteyan de şehîd ketin. Ez bi şehadeta wan ên wekî şehîd Gulhat ê Emrîkî, şehîd Herdem Rojhilat, şehîd Serhed Kendal ji Kobanê, Sefqan ji Bakurê Kurdistanê û gelek şehîdên in gelekî bi bandor bûm. Dema buyerên Kobanê tên gotin tenê şehîdên berxwedanê tên bîra min û ez ti carî şehîdan ji bîr nakim.”

‘Heta Reqqa û Mûsil tên rizgarkirin ez berxwedana xwe bidomînim’

Marsîliyo dibêje ku ew ê li gel şervanên YPG’ê û YPJ’ê berxwedana xwe li dijî çeteyan bidomîne û wiha da xuyakirin: “Ez li benda destpêkirina hemleya rizgarkirina Reqqayê me û heta bajarên Reqqayê û Mûsilê tên rizgarkirin ez ê berxwedana xwe bidomînim. Nemaze tevahî herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin.”

Gelê Îtaliya bi Kobanê serbilind e

Derbarê nêzîkariya gelê Îtaliyayê de Marsîliyo destnîşan kir hemû welatiyên Îtaliya bi berxwedana Kobanê serbilind in û bi taybet siyasetmedar û rewşenbîr diyar dikin ku berxwedana Kobanê li dijî çeteyan ji bo parastina tevahî mirovahiyê ye.

‘Ev dema rasteqîn a têkoşîn û şoreşê ye’

Marsîliyo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Îtaliyayê, herçar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê kir ku beşdarî şoreşa mirovahiyê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev dema rasteqîn a têkoşîn û şoreşê ye. Buyerên rûdidin netenê ji bo nivîsandina dîrokê ye. Lê belê guhertineke ji bo pêşeroja hemû nifşên pêşerojê ne û ji bo bi aştî û aramî jiyan bikin e. Em ê sîstemeke nû ku bingeha wê aştiye ava bikin û mozayîka çandî û netewî ya tevahî cîhanê biparêzin. Ji ber vê yekê divê hemû bi berpirsyarî beşdarî nava xebatên şoreşa mirovahiyê bibin. Her wiha divê ciwan jî beşdarî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bibin û li dijî terorîstê li ber xwe bidin.”

(jh)

ANHA

Facebook comments:

comments