9:54 ص - الخميس ديسمبر 8, 2016

Projeya Weşanxaneya DARê

124 Viewed Kobani Kurd 0 respond

Ji encama bi dehan salên dûrûdirêj ên qedexekirina çandî û sîyasî, Rojavayê Kurdistanê êş û dijwarîya tunebûna tevgereke çandî ya çalak dikişîne û kanîya wê ya xwederbirînê hino hino ber bi miçiqandinê ve diçe. Pê re dîyar dibe ku dê tekerê tevdana vê rewşa nîvmirî û geşkirina jîyana çandî di rêya avakirina weşanxaneyan re bi pêş ve biçe, rewşa çandî ji qonaxa gêrebûn û bêserûberîyê rizgar bike, gavên berbiçav ên di warê bilindkirina asta rewşa çandî ya giştî de biavêje û asta hizir û çêjwergirtina gel bi pêş ve bibe.
Çima DAR?
Di zimanê Kurdî de, peyva DARê tê wateya dan û berdana bêsînor û her wisa kakilê berhemdarî û bexşandinê dinimîne, ku ev wate jî li gel hizir û dilxwazîya me -em damezirînerên DARê- digunce. Di rêya DARê re, em dixwazin wekî dareke sîber bibin sîka berhemdarîya çandî ya Rojavayê Kurdistanê û cîhanê bi çanda xwe bidin naskirin, çunku em dixwazin DARa me bibe hêlîna stratejîyeke berfireh a danasîna çand, lêkolîn, lêgerîn, wêje û folklora Rojavayê Kurdistanê.
Danasîna Weşanxaneyê:
DAR weşanxaneyeke Kurdî ya çandî ya serbixwe ye, aborîya wê serbixwe ye û ji alîyê endamên wê ve tê birêvebirin. DAR bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê wekî navenda xebata xwe dide nasîn û karûbarên xwe li seranserê Rojavayê Kurdistanê dide meşandin.
DAR yekem weşanxaneya Rojavayê Kurdistanê ye. Weşana xwe bi zimanên Kurdî û Erebî dike û ew her weha derîyên xwe ji bo hemû çandên herêmê yên gelên Suryan, Ereb, Ermen, Tirkmen û Çerkez bi berfirehî vedike.
Dê Weşanxaneya DARê giranîyê bide weşandina van mijarên jêrîn:
1. Berhemên hizirî.
2. Lêkolînên zanistî.
3. Lêkolînên dîrokî.
4. Folklora gelên Rojavayê Kurdistanê.
5. Lêkolînên zimannasîyê.
6. Wergerên hêja yên ji hemû zimanên cîhanê.
7. Rexnegirîya wêjeyî.
8. Çîrok, roman, şano û pexşan.
9. Pirtûkên wêjeya klasîk û kelepîrê.
Mercên Weşandinê:
1. Divê berhem dûrî zimanê nefretê, zikreşî û kînê be.
2. Divê berhem dûrî tîrebazî, şovenzîm û hemû rengên tunderêtîyê be.
3. Gerek e berhem di nava dosyayeke Wordê de ji e-peyama Weşanxaneya DARê re were şandin û di vî warî de dê Weşanxaneya DARê di nava sê hefteyan de bersivê bide.
4. Hemû berhemên pejirandî dikevin ber rêbazeke edîtorîyê ya girêdayî Weşanxaneya DARê.
Têbînî:
– Weşandina berhemên pejirandî di rêya peymanên fermî yên li gel nivîskar û wergêran re diçe serî.
– Weşanxaneya DARê hejmareke destnîşankirî ya nisxeyên berhema weşandî li gor naveroka peymanê dide nivîskar an wergêr.

Facebook comments:

comments