5:55 م - الثلاثاء ديسمبر 6, 2016

Hevpeymana Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

217 Viewed Kobani Kurd 0 respond

12308813_1674530382794927_2061511539725014092_n

DÊRIK – Hevpeymana  Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku di Di Kongreya Suriyeya Demokratîk de hate qebûlkirin, avakirina sîstemeke demokratîk, parlamenterî, pir rengî û ne navendî esas digire. Her wiha azadiya jinê wekî mîsogeriya hemû azadiyan, ciwanan jî weke hêza dînamîk a civakê dibîne.

Di kongreya Suriyeya Demokratîk a ku di 8-9’ê kanûna 2015’an de li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê hate lidarxistin de yek ji biryarên girîng jî qebûlkirina Hevpeymana Siyasî ya Meclîsa Suriyeya Demokratîk bû.

Hevpeymana Siyasî ku gelek xalên girîng tê de hatine rêzkirin, wiha ye:

“Di çarçoveya hewldanên yekkirna nêrîna opozîsyonê de kongre, civîn û hevdîtin pêk hatin. Di kongreya opozîsyonê ya Sûriyeyê ku ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê li Qahîrayê hate lidarxistin de firka ku hevpeymana niştîmanî û nexşerêya hevbeş bê amadekirin derket holê. Her wiha  gelek kesayet û hêzên siyasî û sivîl gotin ku divê ev çavkanî û pêşniyarên kongreyê  veguherin hêzeke siyasî ku karibe van biryaran li Sûriye, herêmê û qada navnetewî bide pênasekirin û piştgiriyê bigire. Ji bo avakirina nêrîneke hevbeş û pêkanîna vê pirojeya niştîmanî ya hevbeş di navbera kesayetên ku beşdarî kongreyê bûne de gelek têkilî hatin çêkirin.

Di tebaxa 2015’an de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) banga avakirina koalîsyoneke demokratîk li tevahî Sûriyeyê kir û gelek kom ji bo tevlîbûn vê koalîsyonê hatin vexwendin. Di encama têkilî û hevdîtinên di navbera hêzên demokratîk ên Sûriyeyê de, van hêzan biryar girt ku dest bi avakirina înîsiyatîfa niştîmanî ku erka  biserxistina çareseriya siyasî û vegerandina dengê sivîl ê dermokratîk pêk bîne, her wiha tundiyê rawestîne, sazî û binesaziyê bi riyên demokratîk pêk bîne. Di vê merheleya derbasbûnê de, ev hêzên demokratîk biryarên civîna Cinêv-1 ji bo lêvegerek lihevkirina berfireh a li tevahiya Suriye û qada navnetewî ji xwe re wekî bingeh digirin.

Kirîza Sûriyeyê ket sala xwe ya 5’emîn û hîn jî şer, kuştin, mirin û wêrankirinê didomîne. Di demeke ku welatiyên Sûriyeyê negihiştin tu encaman de û tevî lidarxistina bi dehan kongreyan jî, tu pirojeyên siyasî yên derxstina welat ji vê tarîtiyê nehatin amadekirin. Tundiya rêjîma destpot û tundiya dijber bû sedema qetilkirin û windabûna bi sed hezaran kesan. Her wiha bû sedema astengdarbûn û koçberkirina zêdetirî 2 milyon kesan. Li welat piraniya gund, bajar, bajarok û binesaziyên wan wêran bûn.

Dema komên terorîst ku ji bo pêkanîna berjewendî û pirojeyên hêzên derve yên dijberiya gelê Sûriyeyê kar dikin jî ketin nava vê kirîzê, Sûriye ket rewşeke metirsiyê. Bi vê yekê re êdî herêm bû qada xwe li hev rakşandina hêzên herêmî û navnetewî. Ji ber vê yekê ji bo rawestandina rijandina xwînê, dawîanîna li kirîzê û perçebûna ku civakê de çêbûye, hewcedariya berpirsiyariyeke dîrokî derket holê.

Çareseriya siyasî xwe weke çareya tekane ya kirîza Sûriyeyê ferz dike û sînorekî ji tijajîdiyê re datîne. Her wiha rê li pêşiya hemû pêkhateyan vedike ku rola xwe di pêşeroja Sûriyeyê de bilîzin û civakeke demokratîk, pir rengî û saziyên dewletê û makezagonekî nenavendî ava bikin.

Her çareseriyek siyasî û demokratîk tê wateya rastiyê, têgihîştina siyasî û misogeriya mafê hemû pêkhateyan. Em ji vir hevpeymana niştîmanî ya Sûriyeyê weke bingehên pirensîbên avakirina Sûriyeya nû bi nav dikin. Em gelek pirensîbên ku dê parêzvanên Sûriyeya demokratîk ji bo tevahiya waltiyên wê bîne gel hev, eşkere dikin:

– Dawîanîna li rêjîma destpot û di welatekî nenavendî de avakirina sîstema demokratîk, parlamenterî û pir rengî.

– Têkoşîna li dijî komên terorîst ên di bin hemû navan de tevdigerin û têkoşîna li hemberî hemû cureyên çanda tundrewî.

– Pir rengiya civaka Sûriyeyê qebûl dike, her wiha makezagoneke ku mafên netewî yên gelên kurd, suryan, asûrî, keldan, aramî, tirkmen, ermenî û  çerkes nas dike. Piştî avakirina makezagonek lihevkirinê, pirsgirêkên van netewan jî wê li gorî hevpeymanên navnetewî bi riyên demokratîk û wekhev bêne çareserkirin.

– Di çanda dîrokî ya gelên herêmê û baweriyên îslam, xiristiyan û baweriyên din de, aliyên ku ji bo mirovahiyê ronesans pêk aniye, wekî mîrateyeke hevbeş hatiye qebûlkirin.

– Azadiya jinê wekî misogeriya hemû azadiyan hatiye pejirandin.

– Ciwan weke hêza aktîf a civakê tên dîtin û ji bo nûnertiya wan a di sîstema demokratîk de dêkar bê meşandin.

– Misogerkirina mafê astengdaran û bi taybet mafê mexdurên şerê wêraniyê ku ev 5 sal in li Sûriyeyê dom dike.

– Parastina zarokan û ji bo xilaskirina wan ji  tundiya koçberiyê, leşkerkirin û nexwendebûnê afirandina projeyan.

– Pêkanîna pirensîba dada civakî ya di mijarên hîndekarî, tendirustî û kar de.

Li ser van pirensîpên bingehîn em wekî kombûna hêzên siyasî û civakî yên aktîf ku baweriya wan bi çareseriya siyasî heye û di kongreya damezrandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de amade bûne, diyar dikin ku  em ê wekî meclîsê vê pirojeya çareseriya siyasî bi hemû hêzên Siyasî yên baweriya wan bi aştiya demokratîk heye re gotubêj bikin û bigihînin asta herî baş.

Em wekî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk van xalên jêr esas û girîng dibînin:

– Piştî şêwirmendiya ku bi nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re hatiye çêkirin, lihevkirin çêbû ku Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) bibe nûnerê siyasî yê QSD’ê.

– Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere dike ku ew nêrîna siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk qebûl dike û di danûstaninên xwe de nêrîna meclîsê esas digire.

Pirensîbên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hêmanên wê yên bingehîn:

-Meclîsa Suriyeya Demokratîk pirojeyeke siyasî, niştîmanî, demokratîk a Suriyeyê ye. Di vê rewşa ku çarenûsî xwe ferz dike de ji bo hilgirtina berpirsiyariya xelaskirina welatê xwe ji tirajîdiyê, di veguhertina demokratîk a giştî de avakirina pêşeroja gelê xwe û  avakirina sîstema demokratîk a alternatîf bi beşdariya hemû pêkhateyên civakî û komên siyasî kar dike.

-Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi hêza xwe ya sivîl, siyasî û bi kesayetên xwe yên niştîmanperwer têkoşîn dike ku tunditiya despotiyê xilas bibe û welat veguhere welatekî yasayî ku saziyên wê karibin bi awayekî serbixwe û hilberîner kar bikin.

-Em di zanin û israr dikin ku tu alternatîfên amade û temam ji bo rewşa  Sûriyeyê ya bialoz tune ne. Em bawer in ku wê hewldanên bixêr ên welatiyên vî welatî û hevalên wan wê  karibin pirojeyên tişên li Sûriyeyê mane, ji rewşa heyî xilas bikin. Lê pêdivî heye ku ev hewldan projeya ku me pêşkêş kiriye dewlemend bikin û di hemû deste û  cihê ku xwe ji bo çareseriyê  berpirsiyar dibînin de gotubêj bikin. Pêwîstiya peydakirina çareseriya vê kirîzê bi israrkirina di pêkanîn û zanebûna bi dozên gel heye.

(xê/a)

ANHA

Facebook comments:

comments