12:09 ص - الخميس ديسمبر 8, 2016

DAXWIYANIYA RÊVEBERIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN ASAYÎŞA ROJAVA JI BO BÛYERA DAWÎ LI QAMIŞLO

279 Viewed Kobani Kurd 0 respond

Ji gel û raya giştî re:
Di demên dawî de kiryarên rêjîma sûrî ya hişk û zor li ser neştecî û welatiyên sivîl di balafirgeha şam û qamişlo de di bin navê leşkeriya zor û neçar û şandina wan ji bo leşkertiyê ,û ev yek berdewam kir li dijî gelê rojava bi taybet pêkhatiyên kurd.
Herwiha ji bo pirsgirêkên dawî yê li bajarê qamişlo destpê kir ji aliyê endamekî rêcîmê yê kû di bin navê” emin el dewlê” de kar dike ,ev endam bi rêbazekî şaş li dijî tirimbêlek ya kû vedgere ji trafîka rojava re kir û ev kes jî ser xweş bû ,herwha fîşeng berda wê
Ji ber vê yekê hêzên me jî duh êvarî ev endam û pêre 9 endamên din jî girt
Di siharê roja îro de girûpek yê endamên parisvanên netewî (difah el wetenî) ya girêdayî rêcîmê ye du endamên trafîkê girtin herwha kemînek danîn li ser kolana el wehdê ji bo dewriyekê asayîşê ,li ser vê jî şerekî kurt dem di navbera wan de derket, di encama wêde endamekî asayîşê birîndar bû
Hêzên asayîşê bersiva vê yekê bi girtina 11 endamên girêdayî rêcîmê dan û rewşa heyî heta neha jî eve
-Em wek hêzên asyîşê tekez dikin kû çareseriya van pirsgirêkan bi rawestandina rêcîma sûrî kiryarên xwe yê di bin navê leşkertiya neçar û zor li dijî ciwan û gelên rojava bi hemû pêkhateyên wê, herwiha bêyî kû ti şêwaz û teserifekî şaş li dijî dezgeh û sazîyên rêveberiya xweser û hemû saziyên girêdayî wê pêk bînin
Li ser vî bingehî emê bi erka parastina gelê rojava û pêkhateyên wê û nerxên vî welatî rabin û ewlekariya vê herêmê armanca me ya yekemîne û bedelê van kiryaran çibe jî em hazirin

RÊVEBERIYA GIŞTÎ YA HÊZÊN ASAYÎŞA ROJAVA
16-12-2015

Facebook comments:

comments